Alfabeya Kurdî – ادامه الفبای کردی
الفبای کردی ۳۱ حرف دارد که ۸ حرف آن صدادار و ۲۱ حرف آن بی صدا اند. از حروف صدادار آن، ۵ حرف صدادار بلند و ۳ حرف صدادار کوتاه اند.
Di Alfabeya Kurdî de 31 tîp henin, ji vanan 8 tîp dengdêr (bideng) in, 23 tîp jî dengdar (bêdeng) in. Ji Tîpên (herfên) dengdêr, pênc heb dirêj in, sê heb jî kurt in.
Tîpên dengdêr (bideng, vokal, صدادار): a, e, ê, i, î, o, u, û
- Tîpên dengdêrên dirêj (صدادار بلند): a, ê, î, o, û
- Tîpên dengdêrên kurt (صدادار کوتاه): e, i, u
Mînak 1, Ji bo tîpên dengdêrên dirêj:
Havîn Xelas Bû
Roja vebûna dibistanê, Gulê û diya wê sibê zû rabûn, kincên xwe li xwe kirin, taştêyan xwe xwarin û ketin rê. (Zimanê Min Kurdî Ye, M. Elî Tüysüz)
Mînak 2: Ji bo tîpên dengdêrên kurt:
- Rast e, bêtifaqiyê, mala me hemû kurdan wêran kiriye. (Cembelî, Kurê Mîrê Hekarayan, Îhsan Cûlemêrgî)
Tîpên dengdar (bêdeng, konsonant, بی صدا):
Bb Cc Çç Dd Ff Gg Hh Jj Kk Ll Mm Nn Pp Qq Rr Ss Şş Tt Vv Ww Xx Yy Zz
- Tîpên Gir (حروف بزرگ): A B C Ç D E Ê F G H İ Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
- Tîpên Hûr (حروف کوچک): a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Mînak 3, Ji bo tîpên dengdar:
Agirê Şeva Çiyayê Sîpanê
Sîpanê Xelatê bilind e û serî bi mij û dûman e. Ew hevalê ewr û esmanan, heyv û stêrkan e. Dengê ba û bahozê, baran û birûskê, rawir û teyran, av û kaniyan û dengê Evdalê Zeynikê jê kêm nabe. Ew çiyayê destan û efsanan, hêlîna Xece û Siyabend û warê Evdalê Zeynikê ye. Evdal, Gulê, Temo, hevalên wan, şagirtên Evdal û gelek kesên din, li serê Sîpanê Xelatê, li kêleka golê, li doraliyê agirekî gur rûniştibûn. (Mehmed Uzun Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê)
Çavkanî
- niviskar.com, Qursên Kurdî, Abdullah Karabax
- dengemamoste.com
علاقه مندی ها (Bookmarks)